Li Dortmûndê çalakiya protestoyî: Bimire Îxanet!
Êrîşa PDK'ê ya li ser Şengalê li Dortmûndê hat şermezarkirin.
Êrîşa PDK'ê ya li ser Şengalê li Dortmûndê hat şermezarkirin.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinan a Rozerîn, mîtîngek hat lidarxistin û êrîşa PDK û AKP'ê ya li ser Şengalê hat şermezarkirin.
Di mîtîngê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bimre Îxanet", "Bijî Berxwedana Şengalê" hatin qîrîn. Her wiha pankarta bi nivîsa "Kujer Erdogan" hat hildan.
Çalakî piştî axaftinê bi belavkirina belavokan bi dawî bû.