Li Dortmûndê bîranîna Mereş û Roboskî

Elewiyên li Dortmûndê dijîn, ji bo qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê bi bîr bînin civîneke bîranînê li dar xistin.

Navenda Çanda Elewiyan a li Dortmûnd û derdora wê (DAKME) ji bo mirovên di komkujiyên Mereş û Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasîmeke bîranînê li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nivîskar Fîraz Baran, moderator û şahidê komkujiya Mereşê Niyazî Oztaş û ji rêveberiya DAKME Hevseroka Dergahê Ayfer Kilinç li dîwanê cih girtin. Piştre semah hate gerandin.

Ayfer Kilinç destpêkê axivî û diyar kir ku Elewî ji ber komkujiyên bi serê wan ve hatiye divê hê bi baldarî tevbigerin û her kes xwedî li dergahên xwe derkevin.

Niyazî Oztaş jî got, "Dibe ku tiştên hê xerabtir derkevin pêşiya Elewiyan. Li dijî vê yekê lazim e Elewî bibin yek."

Fîraz Baran jî bal kişand ser komkujiya Mereşê û got, "Piştî ku biryara komkujiyê li Enqereyê hate dayin, hêzên kujer civînê li dar dixin. Ev civîn di belgeyên dadgehê de hatin eşkerekirin. Dûre ji Enqereyê kujer tên, bi boyaxa sor malên Elewiyan deq dikin. Dema ku ji wan tê pirsîn bê çima deq kirine, ev hêzên komkujer dibêjin 'Em wezîfedarên PTT'ê ne', 'wezîfedarên şaredariyê ne'. Kujer kom bi kom xwe bi rêxistin dikin û ji bo komkujiyê berê xwe didin hin kolanan."

Baran destnîşan kir ku berpirsyariya komkujiyê nabe ku bixin stuyê sê çar kesan û got, komkujî ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wan ên li Mereşê ve hatiye kirin.