Li dijî wekîla HDP'ê Ûca 3 fezleke hatin amadekirin

Ji bo mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîla HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca bê rakirin, 3 fezleke ji meclîsê re hatin şandin.

Fezleke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatin amadekirin.

Yek ji fezlekeyan di 4'ê Sibatê de bi îdîaya "tevdana gel a li dijminatî û nefretê" hate amadekirin.

Daxuyaniyên xwe yên li ajansên nûçeyan ên têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, ji bo vê fezlekeyê weke hincet hatin nîşandan.

Di fezlekeya duyemîn de jî Ûca bi "propaganda rêxistinê" hate sûcdarkirin. Axaftina Ûca ya 8'ê Adara 2021'ê ya li Êlihê ji bo fezlekeya duyemîn weke hincet hate nîşandan.

Di fezlekeya sêyemîn de jî Ûca bi "civîn û xwepêşandana li dijî qanûnê" hate sûcdarkirin. Meşa 8'ê Mijdara 2018'an a ji bop iştgiriya bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, ji vê fezlekeyê re kirin hincet. Hersê fezleke ji meclîsê re hatin şandin.