Li dijî wekîla dîlgirtî ya HDP'ê Semra Guzel îdîaname hate amadekirin

Li dijî wekîla HDP'î ya dîlgirtî Semra Guzel îdîaname hate amadekirin û hate xwestin ku ji 3 heta 7 salan cezayê girtîgehê bê birîn.

Derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a dîlgirtî ji ber îdîaya “di belgeyên fermî de sextekarî” bi daxwaza 3 salan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê îdianame hate amadekirin. Di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê amade kirî de hate bibîrxistin ku derbarê Guzelê de di çarçoveya dosyayên 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulh a Enqereyê de biryara girtinê heye. Îdianame ji 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hate şandin.

23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku îdianame qebûl kir, diyar kir ku ji dosyaya peyketinê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê xwedî raye ye û biryara bêrayetî da. Dadgehê xwest ku dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re bê şandin.

Dema îdianame hate qebûlkirin wê darizandina Guzelê di rojên pêş de dest pê bike.