Li dijî tevlibûna El Qaîdeyê daxwaza pêşîgiriya qanûnî

Li dijî tevlibûna El Qaîdeyê daxwaza pêşîgiriya qanûnî

Li Swêdê ji bo pêşî li beşdariya li nava refên komên El Nusra yên ser bi El Qaîdeyê bê girtin, ku li Sûriye û Rojava êrîş û komkujiyan dike, daxwaza tedbîrên qanûnî hat kirin. Her wiha hat xwestin ku pêkanîna cezayî mueyîde were kirin.

Tevî ku Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) aşkera kir ku heta niha 40 kes derbasî Sûriyê bûne û li refên komên ser bi El Qaîdeyê şer dikin jî, wernegirtina tedbîran û xemsariya hikûmetê, parlamenterê Partiya Navendê ku hevparê desthilatdariyê ye Staffan Danîelsson xist nava tevgerê.

Parlamenter Danîelsson daxwaznameyek da parlementê û der heqê kesên ji bo şer bikin tevli nava refên El Qaîde dibin, yan jî ji bo alîkarî bi wê rêxistinê re bikin yên ku pere kom dikin, yên ku şer dikin û şûn de vegerin, ji bo werin cezakirina sererastkirinên qanûnî bên kirin.

TEVÎ KU TÊ ZANÎN JI BO LI NAVA REFÊN EL QAÎDEYÊ ŞER BIKE ÇÛNE JÎ, PÊŞÎ LÊ NAYÊ GIRTIN

Danîelsson aşkera kir ku beriya niha diyar bûbû ku welatiyên Swêdê li Iraqê li nava refên El Qaîdeyê, li Somalî li nava refên El Şababê şer dikin, herî dawî derketiye holê ku ji bo li nava refên El Nûsra çalakiyên terorîstî pêk bînin gelek welatî çûne Sûriyê û anî ziman, ku tevî haya polîs û hikûmetê ji çavkaniyên fînansekirina van rêxistinan û kesên ji bo şer bikin di refên wan de cih digirin heye jî, tedbîr nayê stendin. Danîelsson destnîşan dike ku yên ji bo şer bikin çûne û vegeriyan e jî nayên cezakirin.

Danîelsson diyar kir ku yên ji bo şer bikin çûne dema vedigerin bêtir radîla dibin û destnîşan kir ku eger hedefnîşandana Swêdê ji aliyê komên ser bi El Qaîdeyê li ber çavan were girtin, dê bê dîtin ku rîska pêkhatina çalakiyên terorê li Swêdê zêde ye. Danîelsson anî ziman ku berpirsyariya hikûmetê ye pêşî li van bigire.

Danîelsson da zanîn ku pêşîgirtina li çalaliyên terorê yên li derveyî hem li gorî berjewendiyên Swêdê ye, hem jî ji bo parastina ewlekarî û jiyana mirovên li wan welatan dijîn gelekî girîng e û ji hikûmetê xwest di vî warî de sererastkirinên qanûnî bike.

KRÎMÎNALÎZEKIRINA BEŞDARÎ Û ALÎKARIYA EL QAÎDEYÊ DIBE KU BANDORA JÊVEGERÊ BIKE

Danîelsson li ser mijarê bersiv da pirsên me û got, "ez di wê baweriyê de me ku eger sererastkirineke qanûnî çê bibe, wê kesên alîkariya pere didin û beşdarî komên ser bi El Qaîdeyê dibin, paşve gavan biavêjin." Danîelsson axaftina xwe wiha dewam kir: "Tedbîrê cezaî yên ku hîn di destpêkê de dema pere tên komkirin, yan jî hin amadekarîyê tevlîbuna van koman de bên bi pêş xistin vê tesîra xwe hebe. Ji ber di roja me de ev qanûnên ku van xetabat bide astengkirin nînin, ji van koman re fînansman û tevlîbûn tên çêkirin. Hin dewletên Ewrûpayî ji aliyê qanûnî ve guhertin çê kirin û tedbîr girtin. Heman tedbîr pêwîste Swêd jî bigire.”

Ji bo pirsa 'çima hikûmet ji bo tedbîran bigire, bê xwestek tevdigere' Danîelson ev bersiv da; “Ez jî nizamin, çima di mijareke wisa ciddî û mûhîm de tedbîr nayên girtin, ez ti wateyê nadimê.”

Tevî ku Sapo aşkera kir 40 kes tevli nava refên El Kaîdeyê bûye jî, tê texmînkirin ku hejmara rastîn ji vê gelekî zêdetir e. Raxmî ku tê zanîn hin komên radîkal ên olî li mizgeftan banga cîhatê dikin û ciwanan teşwîk dikin ku biçin Sûriyê şer bikin û li ser malperê înternetê dixwazin ciwanan qanih bikin, bişîn Sûriyê û ji bo vê jî fîlmên propagandayê tên weşandin jî, Sapo û hikûmet bêdeng in.  

KIŞANDINA BALA RAYA GIŞTÎ GIRÎNG E

Pêşniyarnameya ku Danîelsson daye dê piştî li komîsyona edalete ya parlamentê bê nîqaşkirin, wê radestî parlamentê were kirin. Danîelsson da xuyakirin ku pêşniyara wî neyê qebûlkirin jî, bi armanca balkişandina ser komkujiyên li Sûriyê û çalakiyên terorîstî yên gengaz ên di dema pêş de li Swêdê pêk were, girîng e ev mijar têkeve rojevê. Danîelsson got, "Eger ez nikaribim qanûna krîmînalîzekirina beşdariya li komên El Qaîdeyê derxîne jî, balkşandina hikûmet û parlamentê li ser mijarê di hin aliyan de min digihêjîne armanca xwe."

Di meha derbasbûyî de jî Parlamenterê Partiya Çep Jacop Johnson bi pêşniyar pirsekê alîkariya Tirkiyê ya ji bo komên mîna El Nûsrayê xistibû rojevê û ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bîldt pirsî bû ka der barê vê mijarê de çi difikire.