Li dijî tecrîdê înîsîyatîfeke nû hate avakirin

Li ser banga HDK û hevparên wê gelek nûnerên saziyan li hev civiyan û ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê û daxwaza rakirina tecrîdê înîsyatîfek nû ava kirin.

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û hevparên wê têkildarî înîsîyatîfê li oteleke Taksîmê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Bi banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û hevparên wê bi tevlêbûna gelek nûnerên saziyên demokratîk li otelek li Taksîmê kom bûn û “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" ava kirin. Di civîna înîsiyatifê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Nûnerên Mala Gel û Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) amade bûn. Li salonê pankarta “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" vekirin. Di civînê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî.

‘LI HER DERÊ TECRÎD HEYE'

Koçyîgît, anî ziman ku Leyla Guven 103 roj in û girtiyên li zindanan jî 65 roj in li dijî tecrîde di grevê de ne û wiha got: "Her ku roj derbas dibin rewşa tenduristiya çalakgeran bêtir dikeve rewşek xerab û tenduristiya wan betir dikeve talûkeyê ku paşve venegerin. Em daxwazên çalakgeran dubare dikin. Ji 5'ê Nîsana 2015'an de bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan re hevdîtin nayê kirin. 5'ê Nîsanê, di milê siyasî de ji bo Tirkiye rojek guhertinê ye. Ew roj e ku AKP ji pêvajoya aştiyê derbasî tundî û şer bûye. Piştî wê rojê her roj şer zêde bûye. Êrîşên li dijî welatiyan her roj zêde bûne. Tecrîda piştî 5'ê Nîsana 2015'an li ser Birêz Ocalan dest pê kir, ne tenê li ser Ocalan li her qadê jiyanê û li ser hemû beşê civakê tecrîdê dest pê kiriye. Îro di bingehê hemû pirsgirêkan de pirsgirêka Kurd heye. Em dizanin ku pirsgirêka Kurd bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiye ye."

'EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU LI GORÎ HIQÛQA XWE TEVBIGERE'

Koçyîgît, destnîşan kir ku Leyla Guven 103 rojin di grevê de ye û wiha lê zêde kir: "Kesên îro di greva birçîbûnê de dixwazin tecrîdkirina mutlaq a Ocalan bi dawî bibe. Dixwazin malbat, parêzer bi Ocalan re bi rêk û pêk hevdîtin bikin û hevdîtin bi rêk û pêk bên kirin. Ji bo ev daxwaz pêk bên em dixwazin hikûmet li gorî hiqûq û zagonên xwe tev bigere. Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyonan e. Ji ber vê yekê em wekî Înîsiyatifa "Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" dixwazin ku daxwazên Guven bên qebûl kirin û gavên çareseriyê bên avêtin. Her ku diçe em dikevin nava pêvajoyek aloz. Îro li Îmraliyê zagon û hiqûq hatiye binpêkirin û mafê hevdîtinê yên hiqûqî û zagonî tên binpêkirin. Xwedîderketina van daxwazan xwedîderketina aştî û aramiya Tirkiye ye. An em ê mirovahiyê biparêzin, an jî em ê têkevin nava tariyê û winda bibin."

DAXUYANIYA HEVPAR HAT DAYÎN

Piştre li ser navê Înîsiyatîfê û saziyan Cansû Kalender daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye yên aborî û civakî û sedemên wan. Kalender, anî ziman ku bariyerên li dora wan tên pêçan û got: "Bi hezaran kes li pêş Îş-kûrê di dorê de ne. Çi bi hezaran karkerên betal ji yên din cudatir dike? Mamosteyên ku tayina wan dernakeve û karmendên nikarin teqawît bibin, an jî kesên ku di nava çar dîwaran de hatine hepiskirin. Yên wan ji hev cuda dike çi ye? Karkerên di çalakiyên grevê de ye, yên li serê kuçeyan radiwestin, yên ji ber nikarin bi zimanê xwe biaxivin tên vedekirin, yên çand û nasnameya wan tê tunekirin, yên me ji hev cuda dike çi ye. Em hemû di bin tecrîdê de ne. Di serî de Leyla Guven û bi sedan girtî îro ji bo balê bikişînin ser van pirsgirêkan û tecrîdê bedena xwe ji mirinê re razandine. Kesen ketine grevê dibêjin “Ev tecrîd li ser me tevan e." Canê xwe feda dikin û dixwazin rûmeta mirovahiyê xelas bikin. Ji bo dîwarên nayên dîtin hilweşînin li ber xwe didin. Ji bo dîwarê di navbera me de rake vê yekê pêk tînin. Dixwazin li dijî vê feraseta ku mirovan û gelan ji hev qut dike û wan ji nirxên wan dûr dixe, jiyana nû biparêzin, aştî, xwişk û biratî û edaletê pêş bixin. Ji ber vê yekê daxwazên wan daxwazên me ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Vîna wan pêşeroja me ye. Divê em deng bidin dengê wan û bêjin êdî bes e. Divê êdî her kes bêjin 'Êdî bes e'."

ESP: ÇALAKIYA GUVEN LI SER MILÊ ME TEVAN E

Piştî daxuyaniyê Wekîlê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahîn Tûmûklû, diyar kir ku di vê pêvajoyêde faşîzm xwe ji nû ve bi rêxistin dike û divê ew jî xwe ji nû ve ava bikin û wiha got: "Çalakiya Birêz Leyla Guven ne tenê ji bo hevdîtinên li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re pêk bê ye. Peyamên din ên polîtîk jî dide me. Dixwaze polîtikayên şer bi dawî bibe û doza kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê barê çalakiya Leyla Guven li ser milê me tevan e."

DGDD: ÇALAKIYA LEYLA JI BO PÊŞXISTINA DEMOKRASIYÊ YE

Li ser navê Federasyona Komeleyên Anatoliya Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku çalakiya Leyla Guven û hevalên wê ji bo pêşxistina demokratîkbûna vî welatî ye û wiha got: "Tu mafê kesî tune li ser vî welatî tecrîdê pêk bînin."

OHP: ÊME HEMÛ BI VÎ AGIRÎ BIŞEWITIN

Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Sînan Zîncîr jî anî ziman ku her çirûskek li derve pêş dibe bêtir ruh dide yên hundir û wiha got: "Daxwaza çalakgeran pir zelal e. Dixwaze dewlet hiqûqa xwe pêk bîne. Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê hikumxwar e. Ji bo hikûmxwaran parêzer her saet di nava hefteyê de dikarin biçin hevdîtin bikin. Lê em wekî parêzerên wî nikarin vê hevdîtinê pêk bînin. Girtiyên rastî cezayê muebetê tên malbat dikarin mehê du hefteyan hevdîtin pêk bînin. Ev mafê wan ê hiqûqî û zagonî ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Parêzerên wî her hefte serlêdan dikin, lê serlêdana wan tê redkirin. Malbat 4 sal in nikarin hevdîtin pêk bînin. Li Îmraliyê qadeke tarî hatiye avakirin. Daxwaz pir zelal in. Em dixwazin hiqûq û zagonên xwe pêk bînin. Ger ku ev yek pêk nê ev agir tê me tevan bişewitîne."