‘Li dijî tecrîdê bi ruhê fedaî em seferber bibin’
Koordînasyona Komalên Ciwan a Ewropa daxuyaniyek nivîskî weşand, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku ciwan bikevin nav çalakiyan.
Koordînasyona Komalên Ciwan a Ewropa daxuyaniyek nivîskî weşand, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku ciwan bikevin nav çalakiyan.
Komalên Ciwan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şertên giran ên tecrîda dewleta Tirk de ye û ji Nîsana 2015’an ve pê re ti hevdîtin çênebûne, got; “Li pişt vê tecrîdê ne tenê dewleta Tirk a faşîst, hêzên tarî yên NATO’yê ketiye hewldana di şexsê Rêbertiya me de tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdan. Ev rastî careke din rûyê hov ê dijminê mêtinger radixe ber çavan. Li dijî Têkoşîna Azadiya Kurd û gelê Kurd dest bi şerê topyekun kiriye û niha jî xeta me ya sor Rêbertiya me hedef girtiye.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her kêliyek ku Ocalan ne serbest be wê ciwanên Kurd her çirkeyê bi tevahî hêza xwe seferber bibe, wiha dewam kir: “Ji niha û şûn de tevahî sazî û dezgehên dewleta Tirk, tevahî hêzên tarî ku destekê bi dewleta TC û AKP’a faşîst re dike hedefa çalakiyên me ne. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê tevahî wezîfe û berpirsiyartiyên dikevin ser milên xwe bi cih bînin.
Bi biryardariyeke zelal em bang li tevahî ciwanên welatparêz, şoreşger, sosyalîst, çepgir û demokrat dikin ku bi ruhê seferbertiyê bikevin nav çalakiyan. Pêwîst e tecrîd li her qadê û cihî bi dengekî bilind bê protestokirin. Divê ciwanên Kurd bi germahiya agirê şoreşa li Kurdistanê hil dibe, bi ruhekî fedaî biherikin qadan. Her kesên ku ji xwe re dibêje ‘Ez Apoyî me’, em bang li wan dikin ku girêdan û berpirsiyartiyên li beramberî Rêbertiya xwe bi cih bînin. Apoyîtî ne bi gotinê, bi hewldan û praktîkê pêk tê.”