Li dijî tecrîda Ocalan li Lûzernê çalakî hate kirin

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kûzern ê Swîsreyê Kurdistaniyan çalakiyeke ya kon pêk anîn.

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê ji bi protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî kon hate vedan.

Kon li pêşiya stasyona trenê ya li navedê ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve hate vedan. Li qada ku kon lê hate vedan belavok hatin belakirin . Kon bi alên PKK, TJK-E û posterên Ocalan hatin xemilandin.

Konê ku tevahiya rojê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate ziyaretkirin, aktivîstan belavokên bi zimanê Elmanî belavkirin.

Çalakiya kon di saetên şevê de bi dawî bû.

Ji bo azadiya Ocalan û protestokirina tecrîdê Kurdistanî wê li bajarê Bern ê Swîsreyê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

Çalakiya grevê wê 7’ê Kanûnê roja Înê li lokala CDK Bernê saet 12:00’ê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê destpê bike.