Li dijî qedexeya li ser PKK'ê divê doz were vekirin

Endamê Baroya Parêzerên Komarparêz a Elmanyayê Parêzer Lukas Theune: ''Em ê di dozên niha de biryara Dîwana Dadmendiyê bînin zimên û parastina xwe li ser vê bikin. Li gor vê divê li Elmanyayê jî li dijî qedexeya PKK'ê doz were vekirin.''

Endamê Baroya Parêzerên Komarparêz a Elmanyayê Parêzer Lukas Theune, li ser mijara ku dozên mexdûrên 129b ji nû ve dikarin werin dîtin her çendî bi parlamenter Katî Engel re ne bi heman fikrê jî be got, ''Em ê biryara Dîwana Dadmendiyê bînin ser zimên û parastina xwe li gor vê bikin'' û domand, ''Li gor min divê li Elmanyayê jî li dijî qedexeya li ser PKK'ê divê doz were vekirin. Niha ev tê gotûbêjkirin lê tiştekî zelal tine.''

Parêzer Theune yê ku ji Yenî Ozgur Polîtîka re axivî, diyar kir li Elmanyayê ji bo ku mirovek ji qedexeya li ser PKK'ê were cezarkirin pêdivî pê tine ku PKK di lîsteya terorê ya YE'yê de be, ji ber ku ev li gorî pergala cezayê ya Elmanya diçe û got ew ê di dozên niha de bînin zimên ku bi biryara Dadgeha  Dadmendiyê, PKK  di navbeyna 2014-2017'an de ji lîsteya terorê ya YE'yê hatiye derêxistin û li ser vê parastina xwe bikin.

Theuene bi berdewamî li ser cezayên berê yên têkildarî qedexeya li ser PKK'ê hatine dayin, got, hebûna PKK'ê ya di nav lîsteya terorê ya YE'yê de ti bandoreke rasterast li dozan nake lê tenê yên ku doz li wan hatibin vekirin nizanin ku qedexe li ser PKK'ê heye û ji vir dikarin argumanekê derxînin û wiha bikin ku doz ji nû ve were dîtin.

Theune got dema ku PKK di lîsteya terorê ya YE'yê de ev her tim di îdîanameyê de heye lê mesele ew e ku di îdîanameyê de nayê gotin bê ka kesê doz lê hatî vekirin, hay jê heye bê ka tişta ku kirî 'teror'ê yan na, ev ji dadger re tê hiştin, tenê di îdîanameyê de tê gotin kesê ku doz lê hatî vekirin dizane ku li ser PKK'ê qedexe heye.

Parêzerê Baroyê li ser vê diyar kir, ku divê li Elmanyayê li dijî qedexeya li ser PKK'ê doz were vekirin lê kes ev nekiriye an jî naxwazin bikin û got, ''Li gorî min li Elmanyayê teqez li dijî qedexeya li ser PKK'ê doz were vekirin.

Theune her wiha got, jixwe têkilî qedexeya li ser PKK'ê ti biryarake hiqûqî tine, diyar kir ew ê li dijî qedexeya li ser PKK'ê dozê vekin, li gorî biryara Dîwana Dadmendiyê wê bixwazin ku biryara li ser PKK'ê were rastkirin.