Li dijî peymana dij-kurd a Fransayê kampanya

Li dijî peymana dij-kurd a Fransayê kampanya

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ji bo ku peymana hevkariya ewlehiyê ya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de li dijî Kurdan hatiye îmzekirin betal bibe, kampanya da destpêkirin. PCF, bang li Enqereyê kir ku divê hemû girtiyên siyasî berdin.

PCF’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser biryara dadgehê ya derbarê xwendekara kurd-fransî Sevîl Sevîmlî û got; “Ev serkeftineke yekem û rast e. Ji bo Sevîmlî bê berdan ev bi mehane bû li Fransayê kampanya dihat meşandin.

Dadgehê di doza ku Sevîmlî dihat darizandin de di 15’ê sibatê de biryar da û xwendekar 5 sal û 2 mehan ceza lê birî. Lê ligel 5 hezar euro kefaletê re, qedexeya der barê derkevin derveyê welat a Sevîmlî de rakir.  Sevîmlî bi hinceta ku tevli çalakiya 1’ê Gulanê bibû, bi 32 sal dihat darizandin û piştre dozgeriyê 18 sal ceza xwestibû.

Partiya Komunîst diyar kir ku ev biryara dadgehê di encama kampanyaya li Fransayê hatiye meşandin de derketiye holê. PCF’ê got li dijî vê kampan û piştevaniyê Erdogan neçar ma xwe bikêşe.

PCF’ê da zanîn ku hêj zextên li ser azadiya raman, rêxistinbûn û demokrastîkbûnê didome û got divê Fransa êdî nebe hevkarî vî sûcî.

PCF’ê wiha got: “Serokkomarê berê yê Fransayê Sarkozy bi Tirkiyeyê re peymaneke çêkiribû û hêjî di meriyetê ye. Divê em demildset bê betalkirin. “

Di navbera Parîs û Enqereyê de di 7’ê cotmeha 2011’an de peyman hat îmzekirin.  Peymana hevkariya ewlehiyê ji aliyê her du dewletan ve servîsên polîsan bi hev re operasyonan dimeşînin. Herî dawî di 12’ê çile de 17 kurd hatin binçavkirin û ji 7 heb hatin girtin.  Yên din jî hatin berdan. Li Fransayê ji 2007’an heta niha 250 kurd hatin binçavkirin. Di 2’ê mijra 2011’an de Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate girtin. Di cotmeha 2012’an de Endamê KNK’ê Adem Uzun hate girtin û hêj di girtîgehê de  ye.

PCF’ê diyar kir ku ji bo ev peyman demildest betal bibe û Fransa li ser axa xwe kurd û tirkan neyne hemberî hev dê kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin.