Li dijî nobeta jiyanê êrîş

Li dijî nobeta jiyanê êrîş

Polîsên Tirk li Stenbolê êrîşê konê nobeta jiyanê ya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Kadikoyê yên HDP’ê ve li Qada Kalkedon a Kadiyonê, bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hatibû vedan kirin û standa hatibû danîn belav kirin.

Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Kadikoyê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re li Qada Kalkedonê  dest bi çalakiya “nobeta jiyan kirin. Piştî destpêkirina çalakiyê, du kesên faşîst ên ku di destê wan de kêr hebûn xwestin êrîşê ciwanan bikin. Lê di encama mudaxeleya ciwanan û esnafên derdorê de, 2 kesên faşîst hatin dûrxistin.

Piştre jî polîsan dor li ciwanan girt û êrîş kirin.  Polîsan xwestin dest deynin ser alîkariya ji bo Kobanê hatine komkirin û stand belav kirin.

Ciwanan da zanîn ku ew dê sibê jî saet di 14.00 li heman cihî kon vebidin û çalakiya xwe bidomînin.