Li dijî kujerên daran kampanya protestokirinê

Li dijî kujerên daran kampanya protestokirinê

Bi armanca şermerzarkirina Kargeha Kolîn, a li gundê Yirca yê navçeya Manîsa Somayê ji bo çêkirina santrala termîk 6 hezar dar birî, kampanya hat destpêkirin.

Koma Kargehên Kolîn, şevek beriya ragihandina biryara Daîreya 14. a Dadgeha Şêwirmendiyê ya "Santrala Termîk nabe bê çêkirin" ji gundiyan re bê ragihandin, li gundê Yirca yê navçeya Somayê 6 hezar darên zeytûnê birî. Bi armanca şermezarkirina vê Kargehê, li ser medya sosyal kampanya protestokirinê hat destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de wê li hejmara telefonê 0090312 4471700  ya navenda kargehê ya li Enqereyê bê gerîn û pirsa "We çima 6 hezar dar birîn?" bê pirsîn.