Li dijî KESK’ê operasyonên hemwext

Li dijî KESK’ê operasyonên hemwext

Yekîneyên polîsên Tirk, bi îdîaya “endamên DHKP-C'ê ne” li dijî navenda KESK'ê operasyon pêk anî Di operayona KESK'ê de endamê rêveberiya navendî ya KESK'ê Akman Şimşek hat binçavkirin. Li Îzmir, Antalya, Stenbol, Aydin, Bursa, Balikesir, Çanakkale û gelek bajarên din jî operasyon pêk hat.

Yekîneyên polîsan serê sibê li Enqere, Stenbol, Îzmir, Antalya, Aydin, Balikesir, Çanakkale û Bursa jî di navde li 28 bajaran bi îdîaya li dijî DHKP-C'ê ye operasyon pêk anîn. Hat zanîn ku di di operasyonê de der barê 167 kesan de biryara binçavkirinê heye. Serê sibê bi heman sedemê li dijî Navenda KESK'ê jî Operasyon pêk hat. Polîsan biser navenda KESK'ê ya Enqereyê de girt û lêgerîn pêk anî. Di operasyonê de endamê rêveberiya ya KESK'ê Akman Şimşek hat binçavkirin.

Serê sibê di serdegirtina mal û saziyan de li Îzmirê 7, li Torbali 2, li Tîre 1, li Antalya 2 û li Aydinê 3 bi tevahî 15 karmend hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî bi ser gelek mal û saziyan de girtin. Polîsan di serdegirtina mal û saziyan de herî kêm 50 kes binçav kirin. Li Bûrsayê jî polîsan 16 kes binçavkirin. Navenda Giştî ya KESK'e têkildarî operasyonê daxuyaniya nivîskî da û wiha got:

"Di operasyona navendî ya li hemberî KESK'ê de Akman Şimşek hat binçavkirin. KESK dê saet di 11.30'an de daxuyaniyê bide çapemeninyê.”