Li dijî KESK’ê operasyon: 100 binçavî

Li dijî KESK’ê operasyon: 100 binçavî

Bi îdiaya ku li dijî DHKP-C’ê ye di saetê serê sibê li 29 bajaran di çarçoveya operasyonan de bi ser Navenda Giştî ya KESK’ê de girtin. Di encama serdegirtinan de nêzî 100 kesî hatin binçavkirin û derbarê 167 kesan de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Li Îzmîr, Antalya, Aydin, Edene, Antakya û Bûrsayê  bi giştî li 29 bajaran bi malên endamên KESK’ê de hatin girtin.

Di çarçoveya operasyona di bin navê ‘opersyona DHKP-C’ de nêzî 100 kesî hatin binçavkirin û hat hînbûn ku derbarê gelek kesan de biryara girtinê hatiye dayîn. Hate hînbûn ku li Navenda Giştî ya KESK’ê li odeya endamê rêveberiya navendî Akman Şîmşek jî lêgerîn tê kirin. Şîmşek hat binçavkirin.

DI DEMA KEMOTERAPIYÊ DE BINÇAV KIRIN

Endama SES a Enqereyê Leyla Durmaz ku nexweşa giran a pençeşêrê ye di dema kemoterpiyê de hate binçavkirin.

Hat hînbûn ku sekreterê hiqûqê yê Şaxa 5’emîn hejmara Egîtîm-Senê Mehmet Sari hatiye binçavkirin.

Li Îzmîrê 7, li navçeya wê Torbalî 2, Tîre 1, li Antalyayê 2 û li Aydinê jî 3 kes bi giştî 15 kes hatin binçavkirin.

Li Bursayê di çarçoveya operasyonê de 16 kesên ku hatin hînbûn memurê dewletê ne hatin binçavkirin.

Dîsa li Balikesîrê 10 û li Çanakaleyê jî  7 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku der barê 167 kesan de ku gelek ji wan memurê dewletê de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

KESK saet di 11.30’an de li ber sendîkayê dê daxuyaniyê bide.