Li dijî girtiyên li Patnos û Odemîşê zext û êrîş

Zext û binpêkirinên li dijî girtiyên li girtîgehên Odemîş a Îzmîr û Patnos a Agiriyê zêde dibin.

Girtiyan diyar kirin ku li girtîgehê tên derbkirin, nayên tedawî kirin, birsî tê hiştin û ava kanalîzasyonê bi wan didin vexwartin.

ÎZMÎR

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş ya Îzmîrê bi rêya Berdevka Înîsyatîpa Piştevniya bi Zindanan re Selma Altan qala binpêkirinan kirin. Girtiyan gotin qawûşên wan nayên dermankirin, 2’ê Cotmehê jî gardiyanan girtiyê bi navê Suleyman Acûn derb kirin û Acûn rakirine nexweşxaneyê, rapora derbxwarinê standiye.

Girtiyan ev tişt gotin; “Êrîşî Suleyman Acûn kirin û hevalê me derb kirin. Di rapora dixtor de jî derbkirina wî hate gotin. Ji roja em hatine vê girtîgehê û vir ve êrîş rûtin bûne. Nêzîkatiyên provokatîf ên di koridor û qawîşan de berdewam dikin. Hejmara leşkerî ferzî me dikin. Bi hinceta ‘wezaret pereyê wan nade’ hin dermanan nadin. Fealiyetên sporê asteng dikin. Pirtûkan kêm didin. Gardiyan di dema lêgerînê de hemû alavên me belav dikin. Ji ber ku qawîşan derman nakin, li hemû deran kêzik hene.

AMED

Li girtîgeha Tîpa L a Patnos a Agiriyê jî zextên li dijî girtiya didomin.

Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tên girtin, derbarê zordestiyên di girtîgehê de serî li Şaxa ÎHD’a Amedê dan. Malbatan, diyar kirin ku ava kanalîzasyonê bi girtiyan didin vexwarin û ava ji girtîgehê anîbûn, ji bo lêkolînkirinê teslîmî rêveberiyên ÎHD’ê kirin.

Dayika, Necdet Tarlak ê di girtîgehê de Nuran Tarlak, diyar kir ku kurê wê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sîrgûnî girtîgeha Patnosê kirin û wiha axivî: “Berî du rojan çûm hevdînê. Dema em li salona  bendemanê radiwestiyan av birîn. Berê gardiyan li salonê radiwestiyan, lê vê carê leşker radiwestiyan. Kurê min hat û min wî pir xerab dît. Min jê pirs kir çi ji te hatiye? Ji min re got ‘li vê derê tim lêdan û zordestî heye. Ev du roj in jî leşker bi ser qawîşan de digirin. Di dema serdegirtinê de îşkence û heqaret li me kirin.’ Di heman demê de ava kanalîzasyonê bi zarokên me didin vexwarin û bi vê ava qirêj girtî serê xwe jî dişûn. Ji ber vê di canê wan de pirzik derdikevin. Ji gewriya gelek girtiyan xwîn tê. Dîsan xwarinê nadin wan. Sê danên rojê tenê savarê didin girtiyan. Hem zarokên me birçî dihêlin û hem jî wan derp dikin. Zarokên me ne bêxwedîne. Em van pêkanînan qebûl nakin. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim. Li dijî vê zilmê bêdeng nemînin û bi lezgînî şandeyekê bişînin girtîgeha Patnosê.”

Dayika Yakûp Eryilmaz ê girtî Dursiye Eryilmaz jî,  diyar kir ku zarokan wan bi mirinê re rû bi rû ne û wiha bilêv kir: “Tecrîta li Îmraliyê, belavî hemû girtîgehan bûye û li hemû girtîgehan pêk tînin. Niha di girtîgeha Patnosê de tecrît heye. Zarokên me birçî dihêlin. Pirsgirêkên wan ên birina nexweşxanê û rêvîrê didomin. Cardin rojname û kovaran nadin wan. Ez dixwazim şandeyek biçe girtîgeha Patnosê û bûyerên li wê derên tên jiyîn lêkolîn bikin.”