Li dijî ESP'ê li gelek bajaran operasyon hate kirin

Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li gelek bajaran operasyon hate kirin. Di encamê de gelek kes hatin destgîrkirin.

Operasyona destgîrkirinê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê pêk hat.

Li Enqere, Stenbol û Antalyayê avêtin ser ESP'iyan û di encamê de gelek kes hatin destgîrkirin.

Di nava destgîrkiriyan de endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Şukran Yaren Tûncer û xebatkara Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ece Şîmşek jî hene.

Dozderiyê ragihand ku têkildarî 23 kesî biryara destgîrkirinê heye. Nehate zanîn ku heta niha çend kes hatine destgîrkirin.