Li dijî êrîşên AKP'ê greva birçîbûnê ya Elewiyan didome

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiya greva birçîbûnê ya Elewiyan dewam dike.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiya greva birçîbûnê ya Elewiyan dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Federasyona Elewî Bektaşî hat destpêkirin, di roja 6. de ye. Greva birçîbûnê ya ji Enqereyê destpê kir, li sazî û malên cem ên Elewiyan ên li Antalya, Mûgla, Stenbol, Meletî û Elezîzê dewam dike.

Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, çalakgerên greva birçîbûnê yên li Navenda Giştî ya Federasyonê ziyaret kirin. Ozanên Elewî jî li navenda çalakiyê bi saetan li saz dikin û distirên.