'Li dijî êrîşa ser Şengalê, em tekoşînê xurtir bikin'

Li Kerkûkê di aktiviteya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de êrîşên li ser Şengalê mohra xwe li aktiviteyê da.

Li Kerkûkê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) ve ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aktiviteyek hat organizekirin û bi hezaran jin li hev civiyan. Di aktiviteyê de li ser navê RJAK'ê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku li dijî şidet û êrîşên qirkirinê têkoşînê xurt bikin.

Di daxuyaniya RJAK'ê de bal hat kişandin li ser êrîşên ku ji aliyê çeteyên PDK û AKP'ê ve yên li ser Şengalê û wiha hat gotin; "Ev êrîş  weke ya sala 2014'an a çeteyên DAIŞ'ê herî zêde jin ji xwe re kirin hedef.’’

"DEWLETA TIRK Û PDK DIXWAZIN FERMANÊ BIDOMÎNIN

Di daxuyaniya RJAK'ê de banga xurtkirina tekoşînê hat kirin û wiha tê gotin; "Êrîşa DAIŞ'ê ya sala 2014'an bi xwîna hezaran kesî hat sekinandin. Lê belê PDK û dewleta Tirk dixwazin vê fermanê bidomînin. Bila baş bizanin ku ev êrîşa li ser destkeftiyên gel ku bi hezaran bedel bidestxistine nayê qebûlkirin. Serdana Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê tenê ji bo piştgirî dayîna Erdogan bû.Hêj welatiyên me yên Êzidî birînên xwe ne pêçane û hêj gelek di destê DAIŞ'ê de ne û benda rizgarkirinê ne, ev hêz dixwazin fermana 73'an bidomînn. Em dizanin ku bi van êrîşan dixwazin bi destê Kurdên îxanetkar pêk bînin. Encax di van êrîşan de yên herî zêde tên qetilkirin jin û zarok in. Başûrê Kurdistanê ku cihê jinên qehreman Viyan Soran û Leyla Qasim e niha ev hêz dixwazin bibe goristana jinan. Her roj bi rêbazên cûda jin têne qetilkirin. Em ji bo 8'ê Adarê bang li hemû jinan dikin ku dijî van êrîşan bisekinin. Em Cejna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikîn. 

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Reyhan Hemedî û Serokê Rêxistina Jin a Hîwa ya Irakê Srûd Mihemed jî axivîn û banga tekoşînê li dijî êrîşên li ser Şengalê li hemû jinan kir.