Li dijî dizî fuhûş tiryak û polîtîkayên qirêj çalakî

Li dijî dizî fuhûş tiryak û polîtîkayên qirêj çalakî

Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê li hemberî dizî, fuhûş, tiryak û polîtîkayên kirêt ên dewletê li kolanan afîş daliqandin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek esnaf û welatiyan jî piştgirî dan.

Li navçeya Kaynartepe ya Rezan a Amedê Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên BDP'ê ve hatiye destpêkirin dest bi xebata li hemberî dizî, fuhûş, tiryak û polîtikayên kirêt ên dewletê kirin. Komeleyê di çarçoveya xebatên xwe de afîş daliqandin û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek esnaf û welatiyan jî piştgirî dan. Daxuyanî ji aliyê Serokê Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a Kaynartepe  Salîh Kalir ve hat xwendin. Kalir, diyar kir ku ew bi salan e li taxa xwe ji bo di nav aramiyê de bijîn têkoşînê didin, lê herêmê her roja diçe ji ber polîtîkayên kirêt ên dewletê hatiye asta ku lê neyê jiyîn. Kalir, di daxuyaniyê de bal kişand ser van polîtîkayan û wiha got; "Berpirsiyarê van polîtîkayên wek tiryak, pişaftin, fuhûş  ên li herema me tên kirin pergala hêzên hegemon û dewlet e. Herêma Kurdistanê her tim rastî êrîşa van hêzên desthilatdar hatine. Ji ber vê yekê jî dixwazin civakeke ku nefikire, neafirîne û hilberîna xwe neke ji pergala kapîtalîzmê re koletiyê bike derxe holê.” Kalir, daxuyand ku ew ê li hemberî van polîtîkayan têbikoşin û nehêlin ku ev pergal bigihêje armanca xwe. Kalir, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd bi salan e li hemberî polîtîkaya pişaftinê têdikoşe û dê têkoşîna xwe jî bidomîne û wiha pêde çû; “Hêza me yekîtiya me ye, tu hêz wê ji niha şûn ve taqeta tunehesibandina nasname, ziman û çanda me di xwe de nebîne.”