Li dijî dagirkirina Dîcleyê li Amedê meş pêk tê

Li dijî dagirkirina Dîcleyê li Amedê meş pêk tê

Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê, îro bi mîtîngekê ji bo ku wezareta bajarvanî û hawirdorê, Newala Dîcle ji bo avahîsaziyê vekiriye, dê protesto bike.

Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê îro bi armanca ku biryara Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ku  dixwaze Çemê Dîcle ji bo avahîsaziyê vebike, protesto bike, li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê mîtîngekê pêk bîne.

Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê biryar dabû ku li Çemê Dîcle ku tê plankirin bikeve Lîsteya Mîrateya Cîhanê UNESCO, 3 Santralên Elektîrîka Hîdroelektîrîkê (HES) înaş bikin û her wiha baxçeyên Hevselê yên Newla Dîcle û Girê Talay Tepe- Girê Mastfiroş bike Qada Rezerve Avahîsaziyê. Bertekên li dijî vê biryarê didomin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî biryara mijara gotinê ye, bi dirûşemeya ‘HES Êdî Bes e’ çalakiyan pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de îro li qada Deriyê Çiyê saet di 13.00’an de mîtîngek dê pêk were û heta pira Dîcleyê dê meş pêk were.