Li dijî avahiya HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê êrîşa çekdarî pêk hat
Duh êvarî kes an jî kesên nehat diyarkirin bi çekan êrîşî Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê kirin.
Duh êvarî kes an jî kesên nehat diyarkirin bi çekan êrîşî Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê kirin.
Duh êvarî kes an jî kesên nehat diyarkirin bi çekan êrîşî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Îskenderûnê kirin. Rêveberên partiyê danê sibehê hatin avahiyê û dîtin şibake şikestî ne.
Hevserokê HDP’a Navçeyê Ahmet Çahan li dijî êrîşê nerazîbûn nîşan da, şermezar kir, xwest ku êrîşkar bên dîtin. Çahan bi bîr xist ku beriya niha jî êrîşa çekdarî li dijî avahiya wan pêk hatibû.
Çahan destnîşan kir ku piştî nîvro wê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Îskenderûnê daxuyaniya çapemeniyê bidin, banga xwedîderketinê li tevahî beşên demokrat kir.