BI DÎMEN

Li derveyî welêt protestoyên li dijî qirkirina siyasî dewam dikin

Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welêt dijîn çalakiyên xwe yên hevgiriyê dewam dikin. Di çalakiyan de qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê tê şermezarkirin û ji bo gelê Kurd û HDP’ê mesajên hevgiriyê têne dayin.

Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welêt dijîn çalakiyên xwe yên hevgiriyê dewam dikin. Di çalakiyan de qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê tê şermezarkirin û ji bo gelê Kurd û HDP’ê mesajên hevgiriyê têne dayin.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê li dijî qirkirina siyasî çalakî hate lidarxistin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Goteborgê û Komîteya Rojava û Partiya Çepgir çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Wekîl û berdevkê Polîtîkaya Karê Derve ê Partiya Çepgir Hans Lînde çavdêriyên xwe yên Amedê vegotin ku beriya çend rojan jê Amedê vegeriyabû.

Lînde diyar kir wekîlên HDP’ê û gelê Amedê li gel hemû zext û zordariyan helwesteke biryardar nîşan dane û got, ‘’Ku em dest bidin hev em ê Erdogan û hikûmeta AKP’ê bavêjin ser sergoya dîrokê. Serketin wê ya demokrasîxwazan û azadîxwazan be’’

STOCKHOLM

Nîjadperestiya Naziyan a li paytexta Swêd Stockholmê, li berxwedana çîna karker rast hat. Bi hezaran kesên ku derketin derve peyam dan ku ew ê rê nedin nîjatperestiyê, dijminatiya li biyaniyan û faşîzmê. Di çalakiyê de ku Kurdistanî û dostên wan jî hebûn dirûşmên ‘’Hevgiriya ji bo Kurdistanê’’ û ‘’Faşîst Erdogan’’ hatin berzkirin.

Koma nîjatperest a Swêdê Tevgera Berxwedana Bakur ji mêj ve ye kampanyayan bi rê ve dibe bi mebesta xwelêgiriyên têne Swêdê werin astengkirin û paş ve werin şandin û bi vê mebestê amedakarî dikirin ku li Stockholmê çalakiyeke mezin bikin.

Nîjatperestên ku hatin Stockholmê duh saet 12.00’an li parka Kungstradgardenê civiyan û bi dirûşma ‘’Ji dagirkeriya biyaniyan re êdî bes ‘’ çalakiyek li dar xistin.

Sendîkaya Seko, Karkerên Înşeatê, Sendîkaya Elektrîk, Karkirên Otêl û Restorantê û gelek saziyên rêxistinên sivîl li meydana Sergel civiyan û li dijî nîjatperestiyê mîtîngeke li dar xistin.

Di heman saetan de komeke ku ji Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî ya ji 300 kesî pêk dihat li ber bînahiya Operayê ya li ber Wezareta Karê Derve çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk Ayşe Goktepe axivî û got, li Kurdistanê gelek bajar hatin kavilkirin û şewitandin, bi sedan sivîl hatine qetilkirin û piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi mebesta bêdengkirina muxalîfeyê derî li hemû saziyên çapemeniyê, komeleyan têne girtin, herî dawî Hevserokên Şaredariyan û HDP’ê û wekîl hatine girtin û Erdogan şabaşa dide Hîtler.

Çalakgeran bi hev re dirûşmên wekî ‘’Hevgiriya ji bo Kurdistanê’’, ‘’Faşîst Erdogan ‘’ ‘’Bijî Hegiriya Enternasyonal’’ û ‘’Bimre Faşîzma li Tirkiyê’’ berz kirin.

VENEDÎK

Li Venedîkê ya Italyayê Kurdistaniyan qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kirin. Koma Xebatê ya Ewropa ya Êdî, Sendîkaya Metal a Mekanîk a Fîomê, Partiya Komunîst a Avakiriya Nû, Komeleya Partîzan ANPI, Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk û Laboratuara Ewropa ya Êdî bi banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.  Di çalakiyê de ji HDP’ê re, Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin û faşîzma di pêşengtiya Erdogan de hate şermezarkirin.

ÎTALYA

Li ltalyayê Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk ku li tevahiya welêt rêxistinbûyiye li Torîno, Padova, Bologna, Roma û Napolî daxuyanî da, qirkirina siyasî şermezar kir û giritna OHD’ê, ÇHD’ê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin biryara girtinê divê demildest paş ve were standin û bang li hemû hiqûqnasan hate kirin ku çalakiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin 14’ê Mijdarê bi mebesta ku balkê bikişînin ser faşîzma Erdogan li ber Dadgeha Biling a Romayê wê çalakiyek were lidarxistin. Çalakî saet 10.00’an wê dest pê bike. Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo doza 36 Kurd û parêzeran a li Stenbolê bişopînin ew ê tevlî rûniştinê bibin.

AMÎENS

Li Amîens a Fransayê bi pêşengiya NCKD-Creîl Amînes qirkiriya siyasî ya li ser HDP’ê hate şemezarkirin. Di meşê de endamê Partiya Komunîst a herêma Oîse ya Fransa, Endamên Komeya Mafê Mirovan û Êzîdî hazir bûn. Di çalakiyê de ji bo HDP’ê peyamên hevgiriyê hatin şandin.

AMSTERDAM

Faşîzma AKP’ê û qirkirina wê li Amsterdam a Hollanda jî hatin şermezarkirin.  Di çalakiyê de nêzî 2 hezar kes amade bûn. Çalakî ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Tevgera Jinê, ADHK, DEMNED, DÎDF, HDK-NEDERLAND, HTÎB, HTÎF, SKB, SKYB, VEKSAF’ê ve hate orgfanîzekirin.

Meş ji Beûrspleînê dest pê kir û dirûşmên wekî ‘’Bijî Serok APo’’, ‘’Li dijî faşîzmê mil bi mil’’, ‘Faşîst Erdogan’’ hatin berzkirin.

Bi Hollandî û Ingilîzî belavok hatin belavkirin.

...