Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn

Seyîd Riza û hevrêyên wî di salvegera 82’an a darvekirina wan a ji aliye rejîma Tirkiyê ve li Dersimê hatin bibîraîn.

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dersim, Seyîd Riza û hevrêyên wî yên 15’ê Mijdara 1938’an hatin dervekirin bi çalakiyekê bibîr anîn.

Bîranîna ku li Qada Seyîd Riza hate kirin li gel nûnerên partî û saziyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, komeleyên Elewî, pîr û dayik, hevşaredar Fatîh Memet Maçoglû, hevşaredarên Akpazar Orhan Çelebî û Songul Dogan ên li şûna wan qeyûm hatin danîn, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari jî di nav de gelek kes amade bûn.

Li qadê Nûnerê Federasyona Komeleyên Dersimê Kenan Yîgît daxuyaniyek hevpar da.

Yîgît anî ziman ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî û şûnde qirkirinek kete dewreyê û got: “Çavkaniyên jiyanê yên Dersimê li gel mirovên wê ‘ji cihên wê heta bêdawîtiyê’ ji bo bê bandor bimînin hate şewitandin. Yên man koçber kirin û ji bo yên bi xwazin vegerin ser axa xwe jî bi qanûnan qedexe kiriye.”

Yîgît daxwaz kir ku divê arşîv bên vekirin, navê Dersimê lê bê vegerandin, lêborîn ji gelê Dersimê bê xwestin, lîsteya kesên hatine sirgûnkirin, winda û zarokên hatine datîna hinek kesên din bê eşkerekirin, her wiha gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin. Dîsa zimanê dayikê û azadiya baweriya Elewî ya Kizilbaş bê nasîûn projeya Bendava Mûnzûrê bê rawestandin.”

Piştre jî Parlementerê Amedê Mûsa Farisogûllari axivî û got: “Çawa berî 82 salan Seyîd Riza û hevêryên wî hatin qetilkirin niha jî heman polîtîka tê kirin. Bila her kes vê bizanibe ku; qeyûmên ji bo şaredariyan hatine danîn tenê ji bo avahiyê ne. Ti hêz nikare vîna gelê me bişkîne. Gele me berxwedan û têkoşîna xwe didomîne û wê bidomîne.”

Piştî axaftinan û şûnde bîranîn bi danîna qûrnefîlan a li pêşiya peykerê Seyîd Riza û pêkirina finadan bi dawî bû.