Li Dersîm û Hatayê çalakiyên TŞYG'ê
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir, milîtanên wan li Dersîm û Hatayê çalakî lidarxistine.

Di daxuyaniya nivîskî ya fermandariya hevpar de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 15'ê Tîrmehê saet di navbera 14:00-19:30 de milîtanên me li ser rêya Dersîm Pulurê, kontrola rê kirin. Ji girseya gel a li hev hat civandin re qala pêvajoyê hat kirin û nasname hatin kontrolkirin. Rê hê jî di bin kontrola milîtanên me de ye.
Di 14'ê Tîrmehê saet di 19:00 de, milîtanên me li zozanê Uçkoz ê navçeya Hatay Dortyolê, li hemberî stasyonên baz ên Turkcell û Vodafone û cîhazeke radyoyê çalakiya sabotajê pêk anîn û hedef hemû rûxandin."