Li Dêrikê şervanên YPG’ê hatin bi bîranîn

Li Dêrikê şervanên YPG’ê hatin bi bîranîn

Konfedresyon Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, bi armanca bîranîna têkoşerên di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe jidest dane, li Dêrikê bernameyek lidarxist.

Bername li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi beşdariya malbatên cangoriyên azadiyê û gelek welatiyan hate lidarxistin. Bernameya ku bi rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyonek li ser şoreşê û berxwedana YPG’ê hatiye amadekirin dom kir.  Piştre li ser navê Konfedresyona Xwendekarên Kurd Cûdî Osê axaftinek kir û soza şopandina riya “şehîdên Kurdistanê” da.

Piştî axaftinê li ser berxwedana YPG’ê şanoyek bi navê “Şehîd rêberên têkoşîna me ne” hate pêşkêşkirin. Bername bi xwendina helbest û strnanên şoreşgerî bidawî bû.