Li Dêrikê ji Azadiya Ocalan meş pêk hat

Li Dêrikê ji Azadiya Ocalan meş pêk hat

Bi sedan endam û rêveberên BDP'a Dêrika Mêrdînê ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî metîngeriya li ser gelê kurd meşek girseyî pêk anîn.

Rêxistina BDP'ê ya Dêrika Mêrdînê, ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşa girseyî pêk anî. Bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP'ê ya Dêrika Mêrdînê li hev kom bûn, bi pankarta "Ji Ocalan re azadî" û "Metîngeriyê nejî û nede jiyandin" vekirin û heta Kolana Komarê meşek pêk anî. Di meşê de Wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, Reveberên BDP'a Mêrdîn, Endamên Meclisa Bajar a Mêrdînê, Nunerên KCD'ê, MEYA-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, endamên HDK'ê jî di navde be sedan kes amade bûn. Girsê di meşê de dowîzên "Ji Rêber Apo re Azadî", "Rêberê erxwedanê ew e, dê rêberê aştî û azadiyê jî ew be" û "Ji Rêberê Azadiyê Re Hezar Silav" bilind kirin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan na be" û "Bi can bi xwîn em bi te ra ne ey serok" berz kirin.

Girsê piştî ji BDP'ê heta Qada Komarê meşek pêk anî, li vir daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan pêvajoya "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" daye destpêkirin û gihiştiye merhaleyekê û wiha got: "Di pêngava yekem de gelê kurd rol û mîsyona xwe lîst. Niha dor ya AKP'ê ye."

Kaymaz bal kişand ser kampanya ciwanên BDP'ê ya li dijî tiryak, fihûş û bişaftinê û xwest hes li vê kampanyayê xwedî derkeve û li dijî sincê xerab tekoşînê bilind bike.