Li Dêrikê di bombebaranê xesarên mezin çêbûn

Li Dêrikê di bombebaranê xesarên mezin çêbûn

Helîkopterên rejîma Sûriyeyê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Di encam êrîşê de gelek kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin îro saet li dora 09.30’an helîkopterên rejîma Baas bajarê Dêrikê bombebaran kiriye. Bombeyek li rawestgeheke bajar ket ya din jî îsabetê Taca Sor kir. Hate hînbûn ku di encama bombebaranê de gelek kes birîndar bûne û der barê rewş û hejmara birîndaran de agahî nehat dayîn. Hat diyar kirinku di bombebaranê de xesareke mezin çêbûye û ajansan Nûçeyan a ANHA wêneyên bombebaranê weşand.