Li derdora Dêra Dom zincîra ji mirovan

Li derdora Dêra Dom zincîra ji mirovan

Greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên hov a DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li bajarê Elmanya Kolnê hatiye destpêkirin di roja duyem de berdewam dike. Îro di nav wan de ku çalakger jî hebûn 300 kesan li derdora Dêra Dom zîncîra ji mirovan çêkirin. Endama komîteya amadekar a greva birçîbûnê Gulistan Tuysuz ku li vir axivî banga têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ kir.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê li gelek navendên Ewropa grevên birçîbûnê didomin. Kurd û dostên wan ên li Eyaleta Bakur Ren Vestfalya (NRW) dijîn, di roja duyemîn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Di çarçoveya çalakiyê de li derdora Dêra Dom a dîrokî îro çalakiyeke bi zincîr pêk hat. Di çalakiya ku nêzî 2 saetan dewam kir rêxistinên wek MLKP, TKÎB, Kaldiraç, Alinterî, Cîwanên Azad, ABDEM, FEDA jî piştgirî dan çalakiyê.  Tûristên li banê dêrê jî bi eleqeyeke zêde çalakî şopandin.

TUYSUZ: DIVÊ TAVILÊ MUDAXELE BÊ KIRIN

Endama komîteya amadekar Gulistan Tuysuz, bi bîr xist ku li Kobanê 17 roj in êrîşeke mezin heye, çeteyên DAIŞ bê ku bêjin zarok û jin her kesî qetil dikin û dikujin. Tuysuz got, “Ev çeteyên ku herêm veguherandin dojehê dixwazin niha jî li Kobanê komkujiyan pêk bînin.”  Tuysuz  xwest alîkariya çekan ji bo gelê Kobanê bê kirin.

Li vê Serokê Giştî yê Çanda Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul jî greva birçîbûnê ziyaret kir. Bulbul got ku pêwîst e xwedî li Kobanê bê derketin û bi gotina,  “Di vê berxwedanê de cih girtin rûmet û şerefek e” bang li her kesî kir da ku tevlî çalakiyê bibin.”

ABDEM: EM XWEDIYÊ ÇALAKIYAN E

Hevseroka ABDEM Rojda Yildirim got ku wek pêkhate, wê tevlî hemû çalakiyên di pêşengiya KCD-E û KJP’ê de bên lidarxistin bibin û got, “Em xwe wek xwediyê çalakiyan dibînin. Divê li hember çeteyên DAIŞ li her cihî çalakî bên pêşxistin.”

TKÎB: BERXWEDANA DIBE STALÎNGRAD REWA YE

Nûnerê TKÎB Soner Tuncer jî, diyar kir DAIŞ maşika hêzên navneteweyî ye û wiha dewam kir, “Berxwedanan bi navûdeng a dibe Stalîngrad mafdar û rewa ye. Divê her kes piştgiriyê bide.”

KALDIRAÇ: DIVÊ BERXWEDAN BÊ DESTEKKIRIN

Li ser navê kovara Kaldiraç Îskender Taş jî da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ projeyeke û got, “Armanc fetisandina dînamîka Kurd û hilweşandina pergala li Rojava ye. Serkêşê wê jî Tirkiye ye.” Taş banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê kir.