Li Den Haagê mîtînga ‘NA’
Ji dengdayînê re hindik roj maye û eniya ‘NA’ li Den Haagê bi dirûşma “Li dijî faşîzm û yekzilamiyê NA” mîtîngek li dar xist.
Ji dengdayînê re hindik roj maye û eniya ‘NA’ li Den Haagê bi dirûşma “Li dijî faşîzm û yekzilamiyê NA” mîtîngek li dar xist.
Gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî di mîtînga Platforma NA’yê ya Hollandayê a ku li Den Haag Pleîn organîze kiribû hatin cem hev û bi dovîz û dirûşma “Li dijî faşîzm û yekzilamiyê NA” bang kirin.
Li ser navê Platforma NA’yê ya Hollandayê serokê Federasyona Komalên Elewiyên Hollandayê (Hak-Der) Yuksel Çelîk axivî û bal kişand ku, em ji bo zimanên cuda, çandên cuda, baweriyên cuda, ji bo gelên li Tirkiyeyê di nav aşitiyê de bi hev re bijîn û ji bo hêviya jiyana azad mezintir bikin em dibêjin NA.
Di mîtîngê de Akademîsyen Nesîn û Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivîn.
Mîtîng bi stranên Alî Dildar, koma stranan û govendê bi dawî bû. Çapemeniya Hollandayê eleqeyek mezin nîşanê mîtîngê da.