Li dehan bajarên Îranê ji bo daketina qadan bang hate kirin
Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên li dijî xizanî û polîtîkayên rejîmê dewam dikin. Li gelek bajaran ji bo daketina qadan bang hate kirin.
Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên li dijî xizanî û polîtîkayên rejîmê dewam dikin. Li gelek bajaran ji bo daketina qadan bang hate kirin.
Welatiyên ku bi rêya medya civakî xwe li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi rêxistn kirine, çalakiyên xwe yên li dijî xizanî û polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê didomînin. Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo daketina qadan û lidarxistina çalakiyên protestoyî bang hate kirin.
Bajarên ku banga çalakiyan lê hate kirin ev in: Tehran, Heştgird, Amol, Şîraz, Kerec, Tebrîz, Kirman, Weramîn, Meşhed, Simnan, Ebher, Rafsancan, Perend, Vidar, Reşt, Kaşan, Necefabad, Gulpayegan, Kum, Bêhşahr, Kaşmer, Erebîl, Desful, Sawe, Yasûc, Qaimşehr û Îsfahan.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî li wîlayeta Hemedanê û bajarê wê Melayerê, li navenda Kirmanşan û bajarê Kengawerê, li Birûcerd, Xurmawa yê ser bi Lorîstanê, Nexede yê ser bi Ûrmiye û navenda Sinê banga ji bo çalakiyan hate kirin.
Wekî din li bajarên Zahidan û Çabahar ên Belûcîstanê û bajarên Ehwaz û Defulê ku Ereb lê dijîn, bang ji bo çalakiyan hate kirin.