Li bajarê Fransa Creilê bi tevlîbûna sedan kesî 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bişahiyekê hate pîroz kirin. Li salona ku pîrozbahî lê hate kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên PKK’ê, alên PKK’ê û KCK’ê hatin daliqandin. Li gel pankarta pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK’ê, pankartên “Ji Ocalan re Azadî”, “Em xwesertiya demokratîk silav dikin”, “Ji şoreşa Rojava re silav”, “Jin, Jiyan, Azadî” lê nivîsîn hatin daliqandin. Banê salonê jî bi rengên kesk, sor û zer yên Kurdan hatin xemilandin.
Piştî rêzgirtina deqîqeyekê li ser giyanê şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, şahiyê bi axaftinan destpê kir. Di axaftinan de pêşketinên li Sûriye, Kurdistan û perçeyên din hatin dest girtin. Piştî axaftinên li ser nirxên ku sedemê hebûna PKK’ê ne, sînevîzyon hate pêşkêş kirin.
Bi dirêjahiya şahiyê sloganên “Ji Ocalan re Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” hatin qêrîn.
Di pîrozbahiyê de Koma Pîroz, Koma 84, Bêrîvan, Baye, Zagros, Sosin, Derwêşê Serhedî, Koma Hezex derketin ser dikê. Di folklore Koma Zelal de folklorên deverên cûda yên Kurdistanê hatin pêşkêş kirin. Di dema pêşkêş kirina folklore Koma Zelal, pêşkêşkirinekî ku komkujiya Roboskiyê vedibêje hate pêşkêş kirin. Piştre sînevîzyona hate danîn. Di dawiya şahiyê de Koma Hezex bi kemançeyê coşa şevê bilind kir.