Li Çorûmê êrîşî karkerên Kurd kirin: 1 mirî, 2 birîndar
Li Çorûmê êrîşî karkerên Kurd kirin: 1 mirî, 2 birîndar
Li Çorûmê êrîşî karkerên Kurd kirin: 1 mirî, 2 birîndar
Li Çorûmê li dijî karkerên Kurd ên demsalî êrîşa çekdarî pêkhat. Di êrîşa çekdarî de karkerê Kurd ê binavê Halaf Hulo jiyana xwe ji dest da, yek jê giran 2 karkerên Kurd ên din jî birîndar bûn.
Karkerên demsalî yên ji Rihayê hatin Çorûmê rastî êrîşa çekdar hatin. Di êrîşê de Halaf Hulo (47) jiyana xwe ji dest da û zarokên Hulo Sadik (20) û Mahmut (25) jî bi giranî birîndar bûn. Bûyer li gundê Bolatcik ê navçeya Alaca ya Çorûmê pêk hat.
Hate îdiakirin ku karkerên demsalî yên ji Rihayê hatin Alacayê di zeviyên pîvaz û pancar de bixebitin rastî gefên malbata Erdogan dihatin. Hate ragihandin ku xizmekî malbata Erdogan li leşkeriyê birîndar bibû û ji ber vê yekê dixwestin karkerên demsalî yên ji Rihayê hatin ji wir biçin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku, berê jî malbata Erdogan traktor di ser malbata Hulo de ajotin û bûyer ji ber pirsgirêka rêdayînê pêk hat û vegeriya şer. Piştî gundiyan agahî dan leşkeran gelek leşker û peywirdarên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li cihê bûyerê mudaxele li birîndaran hate kirin û pişt re birîndar sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Hîtît a Çorûmê hatin kirin. Ji birîndara Sadik Hulo yê rewşa wî giran hilgirtin ameliyatê û Mahmut Hulo jî di beşa lezgînî de tê dermankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de jî hate gotin ku, ji kesên gûmanbar Onder û Murat Erdogan li nexweşxaneyê dermankirina wan didome û lêgerîna Ahmet Erdogan jî berdewam dike, li cihê bûyerê 2 temance hatin dîtin.
Lêpirsîna têkildarî bûyerê berdewam dike.