Li Colemêrgê serdegirtina malan: 11 binçavî

Li Colemêrgê serdegirtina malan: 11 binçavî

Li Colemêrgê polîsên AKP’ê li gelek taxana di ser malan de girtin, di nav de zarok jî heyî 11 kes binçavkirin. Colemêrgiyên ku bertek nîşanî polîsên mal tarûmar kirin gotin; “Her ku ew zextê li me dikin nefreta me zêdetir dibe.”
Di demjimêrên direng ên şevê de gelek tîmên tevgera taybet û polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê, hemwext di ser malan de girtin. Di serdegirtina polîsên AKP’ê de Metîn Adiyaman (23), Ziya Demîr (23), Mahser Dîdîn (23), Îmdat Ozer (26), Mesût Tek (18), Serhat Bor (18), Ercan Akiş (21), Deşvan Aslan (23) û zarokên binavê R.a (17), M.O (16), Y.O (15) hatin binçavkirin. Polîsên ku di ser mala rêveberê BDP’a Bajarê Colemêrgê Rehmî Akdag jî de girtin, mal serûbin kirin û zarok binçavkirin.
Akdag anî ziman ku, polîs bi pêlav ve ketin hundirê malê, li ser îtîraza wan galoş avêt wan û got: “ Mala min serûbin kirin. Diyar bû ku li tiştekê digeriyan. Lê belê tu tişt nedîtin. Destûr nedan kurê min ji nav nivînan rabe destên wî kelepçe kirin. Piştî ku li hemû derê geriyan, kurê min birin. Xwedê vê zilmê qebûl nake. Zarokên biçûk ji nav nivînan derxistin û lêgerîn pêkanîn.”
Dayîka Aydag Zeynep Akdag anî ziman ku, polîs di serdegirtina malê de bi çekan ve heya ser nivînên wê hatiye û bilêv kir ku, “Ez rabibûm nimêja sibehê. Ez li ser nivînên xwe rûniştibûm. Carekê de bi dehan polîs ketin odeya min de, çek xistin serê min. Neviyê min ê biçûk jî li rexmin razayîbû. Ew jî şiyar kirin. mal tarûmar kirin. Ji ber ku em Kurd in me dijmin dibînin. Bavê me û bapîrê me jî Kurd bû. Em jî Kurd in. Em van pêkanînan qebûl nakin. Me tu sûc nekirine. Beriya vê kurê min jî birin, piştî çend salan bêsûc berdan. Tu sûcê neviyê min jî tuneye. Tenê sûcê wan kurdbûna wan e. Em dest ji vê tekoşînê bernadin.”
Sedema operasyonê nehate zanîn û 11 ciwanên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristî ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê.