Li Çiyayê Çiravê li dijî operasyonan çalakiya mertalên zindî

Li Çiyayê Çiravê li dijî operasyonan çalakiya mertalên zindî

Bi sedan kesên ku agahiya ‘li Çiyayê Çiravê ya navçeya Dihê ya Sêrtê leşkeran bi piştgiriya hewayî operasyon dane destpêkirin’ çûn herêma operasyonê û çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin.

Hate ragihandin ku serê sibê piştî hate diyarkirin ku leşkerên artêşa Tirk li gundên Dirişka, Serpena, Dêrawîd, Spandikanê ên li derdora Çiyayê Çiravê operasyon dane destpêkirin, bi sedan kes ber bi herêmê ve herikîn û li dijî operasyonê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin.

Bi sedan kes kes hilkişiyan Girê Şaşê ya di navbera gundên Spandikan û Serpeneyê û li vir dirûşmayên “Bijî Serok Apo” “PKK gel e gel li vir e” diqîrin.

Çalakgeran diyar kirin ku heta operasyon bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakî hê jî didome.