Li Cezaa li hember çeteyan operasyon didomin
Li Cezaa li hember çeteyan operasyon didomin
Li Cezaa li hember çeteyan operasyon didomin
YPG’ê diyar kir li bakurêrojavayê Cezaa di êrîşa li hember çeteyên DAIŞ de herî kêm 8 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, têkildarî şer û pevçûnên li Cezaa û Kobanê li hember çeteyên DAIŞ daxuyanî da.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Roja 12'ê Îlonê seat 22.00'an hêzên me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku di navbera gundên Arcê û Henwê ya ku dikeve bakurerojavayê Cezaa de xwe bicihkirî bûn operasyonêk li dar xistin. Operasyona ku sengêrên çeteyan a di navbera gundên Henwê û Arcê hedef hatin girtin de hêzên me bi bandor li wan dan.
Piştî operasyonê çeteyên ku dixwestin ji du aliyan ve bi wesayît û bi pêya werin qadê jî ji aliye hêzên me ve bi şeklekî bandor hatin derbkirin. Piştî yek jê bi doçka 2 wesayît hatin rûxandin çete neçar man ji qadê birevin.
Bi qasî hat zelalkirin di operasyonê de 8 çete hatine kuştin, hejmarêk çete jî birîndar bûne. Di heman demê de çeteyekî DAIŞ, tevî motorsîklet û kleşêkê mirî ketiye destên hêzên me.
Roja 13'ê Îlonê (îro) seat 02.00'an çeteyên DAIŞ xwestin li hember gundê Dugurmanê dikeve rojavayê Kobanê êrîşêkê li dar bixin. Hêzên me cih de bersiv dan çeteyan û piştî şerekî demkurt çete reviyan. Lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebûne.”