Li Çewlikê 2 kesên binçavkirî hatin girtin

Li Çewlikê 2 kesên binçavkirî hatin girtin

Li Çewlikê piştî ku 18 girtiyên siyasî ji girtîgehê rizgarbûn, polisên Tirk li Kenîreşê nûnerê MEYA-DER’ê Alper Aksoy û kesê bi navê Wedat Bozan bi îdîaya endamtiya rêxistinê girtin.

Li Çewlikê roja çarşemê piştî nîvro nûnetê MEYA-DER’a Kanîreşê Alper Aksoy û Wedat Bozan piştî ji aliyê dozgeriyê ve karên wan hat çêkirin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceya ya Sulhê kirin.

Li gorî bersiva Wezîrê Edalatê ya ji bo pêşnumeya Seroka koma BDP’ê Buldan’ê di nava sala 2009-2012’an de ji ber îdîayên “endamtiya rêxistinê”û “Rêvebertiya rêxistinê" 38 hezar û 153 kes hatine darezandin û 19 hezar û 925 kes ji biryara mekûmiyetê girtîne.