Li Çelaxa êrîş: 2 endamên asayîşê û welatiyekî jiyana xwe ji dest dan

Li Çelaxa êrîş: 2 endamên asayîşê û welatiyekî jiyana xwe ji dest dan

Li nêzî gundê Zexîrê (Babil Hedîd) ê di navbera Girkê Legê û Çelaxa de, di encama êrîşa bombeyî ya li dijî benda asayîşê de, 2 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku alîkariya Asayîşê dikirin û sivîlekî ku di wir de derbas dibû, jiyana xwe ji dest dan. Di teqînê de êrîşkar jî mir.

Li gorî agahiyan, saet derdora 11.00’an de li dijî benda Asayîşê ya li gundê Zexîre ku li pêşiya cihê şuştina wesayîtan e û di navbera Girkê Legê û Çelaxa de ye, êrîşek bombeyî pêk hat. Hate ragihadin ku êrîş bi wesayitek bombebarkirî ya bi marqeya toyota pêk hat. Di encama teqînê de 2 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên jin ku alîkariya Asayîşê dikirin û welatiyekê ku di dema teqînê de di wir de derbaz dibû jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 endamên asayîşê, xwediyê cihê şuştina wesayîtan jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di teqînê de êrîşkar jî miriye.

Cenazeyên herdu endamên Ciwanên Şoreşger û welatiyê sivîl rakirin Girkê Legê.

Piştî teqînê riya di navbera Girkê Legê û Çelaxa de ji trafîkê re hate girtin.

Li aliyê din, navenda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a ya bi navê Şehîd Edalet ku li ser riya Qamişlo û Tirbespiyê ye, rastî êrîşa bi guleyan hat. Hate ragihandin ku ji 2 wesayîtan gule hatine barandin û di encamê de endameke YPJ’ê birîndar bûye. Piştî êrîşê li herêmê operasyon hate destpêkirin.