Li çar bajaran binçavkirin û girtin

Li Edene, Sêrt, Mêrdîn û Colemrêgê pêkanînên qirkirina siyasî dewam dikin.

AKP/Qesr a ku nekarîn berxwedana gelê Kurd bişkînin, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li Edene 3 kes hatin girtin, li Sêrt û Colemêrgê jî 3 kes hatin binçavkirin.

EDENE

Li Edeneyê di serdegirtinên malan ên di 31’ê Tîrmehê de 3 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li Emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 3 kesên ku navên wan nehatin zanîn, dozgeriyê bi sûcê “Endamên rêxistinê”, “Li ser navê rêxistinê sûc kirin” û “Madeyên teqemeniyê li gel hatin dîtin û bikaranînê “ sewqî dadgerê lêpisînê hatin kirin.

3 kesên sewqî dadgeriyê hatin kirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kurkçulerê.

SÊRT

Li Taxên Conkbayir û Dûmlûpinar û Sêrtê tîmên taybet bi ser malan de girtin û ciwanên bi navê Nûrettîn Elçî (24) û Orhan Ozel (18) hatin binçavkirin. Dayika Ozel, Gurset Ozel diyar kir ku ji duh ve ye ji kurê xwe agahî nagire û piştre hîn bûne ku li Midûriyeta Polîsan a Bajar bûye.

Palîsan piştî ku Elçî bi çav kirin mal serobino kirin, li baxçeyê jî erd kolan. Malbata Elçî ev yek wekî "zilm" bi nav kir.

COLEMÊRG

Li navçeya Gever a Colemêrgê, Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Vefa Salî, li navenda sûkê hate binçavkirin. Salî, birin Midûryeta Emniyetê ya navçeyê.

MÊRDÎN

Hevserokê DBP’ê yê bajarê Mêrdînê Tarik Kaya, îro di saetên danê nîvroyê de dema li wesayîta xwe ya ku li pêşiya avahiya Şaredariya Qoserê de bû ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hate ragihandin ku polîsan dest daniye ser wesayîta Kaya jî.