Li Bûlgarîstanê ji ber protestoyan hikumetê îstîfa kir
Li Bûlgarîstanê ji ber protestoyan hikumetê îstîfa kir
Li Bûlgarîstanê ji ber protestoyan hikumetê îstîfa kir
Li Bûlgarîstanê ji ber sedema sînordarî û fatûrayên bilind yên ceyranê li tevayî welat protestoyên mezin hatin pêkanîn û hikumetê îstîfa kir. Serokwezîr Boyko Borîsov aşkera kir ku, hikumeta wî îstîfa kiriye.
Li Bûlgarîstanê piştî xwepêşandanên protestoyî yên tedbîrên teserûfê û fatûrayên bilind yên ceyranê bû sedema îstîfakirina hikumetê. Serokwezîrê Bûlgarîstanê Boyko Borîsov axaftina ku li parlementoyê kir û got: “Ez naxwazim bibim serokê hikumetekî ku polîs li mirovan bixe.”
Serokwezîr duh ji bo protestovana hinekê rawestîne soz dabû bihayê ceyranê ji sedî 8’ê daxe. Weke din jî Serokwezîr gotibû, zêde fatûra têne birîn, ew dê lîsansa şîrketên ceyranê yên biyanî îptal bikin û ceza bikin.
Duh di xwepêşandanên protestoyî yên li tevayî welat, polîsan bitundî êrîş kiribûn û herî kêm 25 kes birîndar bibûn.
Bûlgarîstan ku welatê herî feqîr yê endamê YE ye, piraniya gel ji ber sedema bihayê giran yê ceyran, hêzên takekesî û gendeliyan bêzar bûye. Gel dixwaze di demek kurt de pêwîstiyên bingehîn ji bin takekesiyê derxînin û bikin malê cemaweriyê. Ceyranê bikin malê cemaweriyê û gendeliya di nava cemaweriyê heyî bidawî bikin.