Li Brûkselê pêwendiyeke zêde ya li Kurdistanê

Li Brûkselê Heftiya Çanda Kurdistanê kete roja 2’yan. Bernameya ku bi konferansa li ser Çanda Kurd li Parlamentoya Ewropayê dest pê kirî, bi govend û konsêrê berdewam kir.

Li paytexta Belçîka Brûkselê îsal 4. Hefteya Çanda Kurdistanê tê kirin, ku ya pêşî 2014’an hatibû kirin. Heftî ji hêla Enstîtûya Kurd a Belçîka, KNK, NAV-BEL, Komîteya Netewî ya Ermen a Belçîkayê ve tê organîzekirin, her wiha bi alîkariya Şaredariya Brûkselê pêk tê. Di Heftiya Çanda Kurdistanê de, ku li Place d’Espagne pêk tê, heftiyekê wê bernameyên ‘Gundê Kurdan’, ‘sînema’, ‘pêşangeha wêneyan’, konsêr, semîner hebin. Bername heta 1’ê Cotmehê wê bidome.

Heftiya Çanda Kurdistanê bi resepsiyoneke bi tevlêbûna gelek siyasetmedaran dest pê kir, duh jî li Parlamentoya Ewropayê bi konferanseke li ser çanda Kurd dom kir. Piştî konferansa ku sibehê hate kirin, di roja duyê de govenda kevneşopî hate gerandin. Kurd li Meydana Bourse ya Brûkselê hatin cem hev, cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe kirin, li ber dengê daho lû zirnê ji navenda bajêr nêzî saetekê meşiyan û hatin Meydana Spanyayê ku gundê Kurd lê hatibû avakirin.

BERHEMÊN DÎROKÎ TÊNE NÎŞANDAN

Li gundê Kurd ku li ser qadeke berfireh hatiye avakirin berhemên dîrokî yên Kurdistanê têne nîşandan, li gel Brukseliyan derbarê çand û dîroka Kurdan agahî têne dayin. Li gund, ku ji hêla hunermend Amele ve hatiye danîn, bi dehan berhemên dîrokî yên Kurdan weke Sûrên Amedê, Heskîf, Laleş, Qesra Îshak Paşa têne nîşandan. Bi standên cuda yên li gund hatine danîn agahiyê didine turîstên li herêmê, bi taybetî jî ji bo zarokan gelek bername têne çêkirin.

Îro Hunermend Serhado wê konserekê bide, her wiha komên xwecih jî wê bistrin, wê şanto, govend, bernameyên ji bo zarokan û fîlm jî werin nîşandan.

 ‘EM DEWLEMENDIYA KURDISTANÊ DIDIN NÎŞANDAN’

Li ser navê Komîteya Amadekar Margot Caîsser bi bîr xist ku ev sala çaran e bernameye li dar dixin û wiha pê de çû: ‘’Armanca vê bernameyê ew e ku em dewlemdiya çandî ya Kurdistanê bi mirovên Belçîkî bidin nasîn. Vê heftiyê gelek bernameyên muzîkê, sînema, konferans, şano, pêşangeha wêneyan û gelek bernameyên çandî wê hebin. Em dixwazin hemû beşên civakî yên cihê yên li Brûkselê werin bernameya me.’’