Li Brîghtonê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Brîghton ê Îngilîstan û derdorî wê dijîn, ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Chûrchîll Sqûare yê yek ji cihê herî qelebalix ê bajarê Brîghtonê ye kom bûn, ji bo balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidar xistin.
Kurdistaniyan bi belavokên belav dikirin, fikarên xwe yên têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan anîn ziman û diyar kirin ku divê saziyên navneteweyî bi lezgîn bikevin nava tevgerê. Çalakvanan diyarkirin ku heta tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi dawî bibin wê çalakiyên xwe bidomînin.