Li Borlängeyê jinên Kurd komplo şermezar kir
Li Borlängeyê jinên Kurd komplo şermezar kir
Li Borlängeyê jinên Kurd komplo şermezar kir
Jinên Kurd yên li bajarê Borlänge yê Swêdê jiyan dikin, biboneya 14’mîn salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li darxistin. Di civînê de pêvajoya komployê ya ji 15’ê Sibata 1999’an heya qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê hate nirxandin.
Civîna ku ji aliyê Komeleya Jinên Kurd yên Sema ve hate li darxistin, civînê bi deqîqeyekê rêzgirtina li ser giyanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin û tevayî şehîdên şoreşê destpêkir. Ji Tevgera Jinên Ewropayê Zeyneb Kurdistanî da diyarkirin ku, komploya navnetewî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komployeke li dijî tevayî gelê Kurd. Kurdistanî got: “Ev komplo li dijî vîna gelê Kurd ya ku bi hêviya azadiyê tekoşînê dide, azadî û hebûna xwe bi Rêber Apo re kirine yek, her wiha li dijî rastiya gel ya hebûn û civakbûna xwe di kesayeta Wî de dîtiye pêkhat.”
KOMPLO LI DIJÎ XETA AZADIYA JINÊ PÊKHATIYE
Piştî ku Kurdistanî tekoşîna Ocalan ji bo jinên Kurd bigehin azadiya xwe dayî bisûje kir, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jina Kurd ya hate perçiqandin, tune hate hesibandin û qada jiyanê lê hate teng kirin, piştî ku bi Rêber Apo re bû rêheval gihiştiye rêxistin û hêza xwe ya cewherî. Ji ber vê sedemê ev komplo di heman demê de li dijî xeta jina azad ya bûne xwedî vîn.”
Kurdistanî destnîşankir ku, hebûn û pêşroja jina Kurd di hebûna Ocalan de ye û wiha got: “Rêberê Apo berxwedana ku ev 14 sale di şertên tecrîda giran ya sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de dide, ji bo gelê Kurd û jina Kurd qada jiyanê vekiriye. Her roj bi tekoşîna xwe ji nû ve avakirin û hebûnê azadî û hebûna 40 milyon Kurdî parastiye.”
Jina Kurd bi îdeolojiya rizgariya jinê ya Ocalan daniye hole xwe naskiriye û ketiye ferqa hêza xwe de, her wiha ji dîroka hezaran sal ya perçiqandin û koletiyê di cepheyên pêş yên tekoşînê de cih girtiye û tola xwe hilgirtiye.
SÊ JINÊN KURD HATIN BÎRANÎN
Di civînê de jiyan û tekoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên di 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Jinan di civînê de destnîşan kirin ku, komkujiya Parîsê berdewama komploya 15’ê Sibata 1999’ane, hewil dan bi qetilkirina 3 jinên Kurd gelê Kurd çavtirsandî bikin lê negihan armanca xwe. Milyonan kesên ku daketin qadan bersiva pêwîst dane dijminên gelê Kurd.
Piştre kartên protesto yên ji aliyê jinan ve hatin amadekirin ji Hikumeta Fransayê re şandin.