Li Bonnê banga bilindkirina çalakiyên ji bo Ocalan

Pîrozbahiyên ji bo salvegera Şoreşa Rojava didomin. Li bajarê Bonn ê Elmanyayê banga mezinkirina çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan hat kirin.

Salvegera Şoreşa Rojava li Duîsdorf Park a li bajarê Bonnê hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê PYD-Bonnê ve hat organîzekirin, peyam hatin dayîn, stran hatin gotin û govend hat gerandin.

Piştî axaftina destpêkê ya nûnerê PYD'ê yê Bonnê, ji Partiya Çep a Elman Dîe Lînke nûnerê bajêr axivî û got, "Komedî ye ku niha Elmanya radibe dibêje, 'eger cezayê darvekirinê bê Tirkiyeyê wê pevajoya endametiya Tirkiyeyê biqede. Ji ber ku di rewşa heyî de hêza herî zêde destekê dide hikûmeta Tirk, rêveberiya Merkel e. Eger ji dil bin, bila ewilî leşkerên Elman ji Tirkiyeyê vekişînin, peymana li ser penaberan pê re îmze kirin betal bikin, bes pereyan bidin Tirkiyeyê, qedexeya li ser PKK'ê rakin û dest ji girtina siyasetmedarên Kurd berde."

'DIVÊ EM HÎN BI XURTÎ XWEDÎ LI SEROKÊ XWE DERKEVIN'

Ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Abdullah jî Şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Divê em beriya her tiştî hîn bi xurtî xwedî li Serokê xwe yê ev bi ser xist, derkevin. Azadiya Serok ji bo Kurdan esas e."

Çalakî bi banga zêdekirina çalakiyên ji bo Ocalan qediya.