Li Bolûyê zextan li girtiyan dikin
Rêveberiya Girtîgeha Bolûyê, li ser kêfa xwe ceza li girtiyên siyasî dibire.
Rêveberiya Girtîgeha Bolûyê, li ser kêfa xwe ceza li girtiyên siyasî dibire.
Zextên Îdareya Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê ya li ser girtiyên siyasî didome.
Girtiyan diyar kirin ku cezayê telefonê li wan hatiye birrîn. Hat hînbûn rêveberiya girtîgehê diyar kiriye ku dema girtî bi telefonê bi malbatên xwe re diaxivin, divê her du alî di serê axaftinê de nav û paşnavê xwe bibêjin. Girtiyan ragihandin ku li hemberî vê pêkanîna ji kêfî ew ê hevdîtinên bi telefonê nekin.
Malbatan diyar kirin ku ji bo girtiyan bi fikar in û xwestin ku bila rêveberiya girtîgehê dev ji vê pêkanîna li ser kêfa xwe berde.