Li Boluyê sê xwendekarên kurd hatin binçavkirin
Li Boluyê sê xwendekarên kurd hatin binçavkirin
Li Boluyê sê xwendekarên kurd hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malên xwendekaran de li Boluyê 3 xwendekar hatin binçavkirin.
Li Boluyê bi ser malên xwendekarên kurd yên li Zanîngeha Abant Îzzet Baysal dixwendin hat girtin û 3 xwendekar hatin binçavkirin. Di operasyona ku ji alî Dozgerê Komarê Koceliyê de hate meşandin de Gulîstan Turgut, Cennet Erdogan û Ozan Canan bi îdiaya ‘endamên rêxistinê ne’ hatin binçavkirin.
Di serdegirtina malan de kompîtur û pirtûkên wan hatin desteserkirin. Hat hînbûn ku her sê xwendekar li Midûriyeta Polîsan a Boluyê girtiye.