Li Bolu xwendekarê Kurd rastî êrîşê hat

Li Bolu xwendekarê Kurd rastî êrîşê hat

Li Boluyê ku ev 2 roj in li hember xwendekarên Kurd tehdîta bi çek pêk heye, xwendekarekî Kurd Ridvan Îşler ji aliyê komeke ulkucî ve rastî êrîşa bi kêran hat û birîndar bû.

Xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Abant Îzzet Baysal dixwînin ev du roj in ku bi çekan tên rehdîtkirin, îro xwendekarê Kurd ê bi navê Ridvan Îşler dema li otobusê siwar dibû rastî êrîşa bi kêran a komeke ulkucî hat. Ulkuciyan piştî êrîşê Îşler ji otobusê avêtin. Hevalên Îşler ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Koroglu.
Xwendekarên Kurd ên der barê êrîşê de agahî dan diyar kirin ku ev du roj in tên tehdîtkirin û îro jî hevalê wan rastî êrîşa bi kêran hatiye. Xwendekaran diyar kir ku di zanîngehê de hewayeke aloziyê heye û dibe ku êrîşên bi çek li hember wan bên dewam bikin û ewlekariya canê wan nîne.