"Li binê komkujya Dêrsimê mora CHP'ê heye"

"Li binê komkujya Dêrsimê mora CHP'ê heye"

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk destnîşan kir ku li Dêrsimê mirov ji Elewîtî û nasnameya xwe ya Kurd hatin kuştin. Tûglûk diyar kir, ku li binê vê komkujiyê mora CHP'ê heye û divê Kurd ne li gel CHP'ê be.

Kurdên di komkujiya Dêrsimê de hatin kuştin, li Meydana Seyid Riza bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ehmed Turk û Aysel Tûglûk, ji Ewrûpa, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Amed û gelek bajarên din nûnerên 20 saziyên Elewiyan û bi hezaran kes amade bûn.

Merasîm bi vêxistina mûman ên li ber peykerê Seyid Riza destpê kir û dûre axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser komkujiya Dêrsimê hat guhdarîkirin.

Dûre Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk axivî û diyar kir, ku ew bi gotinên Seyid Riza mezin bûne, wan ti carî dîroka Dêrsimê, 72 hezar canên hatin kuştin jibîr nekirine. Turk destnîşan kir, ku têkoşîna wan têkoşîna hemû bawerî û gelan e.

"Xwestin li Dêrsimê nasnameyekê tine bikin"

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî di axaftina xwe de diyar kir, ku herçend ji ser komkujiyê 76 sal derbas bûne jî kiryarên komkujiyê tên zanîn û destnîşan kir, ku ew li dijî van kiryaran her têbikoşin.

Tûglûk da xuyakirin, ku li Dêrsimê mirov ji ber nasnameya xwe ya Elewî û Kurd, hatin kuştin û ragihand, ku ev komkujî ji aliyê mejiyê înkar û tinekirinê hatiye kirin.

Tûglûk anî ziman, ku divê Dêrsimî ji bo rûmeta xwe biparêze, ji kiryarên komkujiyê hesap bipirsin.

Tûglûk destnîşan kir, ku hatiye xwestin li Dêrsimê nasname bê tinekirin û got, "dewlet neçare vê komkujiyê qebûl bike û lêborîna xwe bixwaze."

Hevseroka KCD'ê bibîr xist, ku li binê komkujiya Dêrsimê mora CHP'ê heye û weha peyivî; "Li gel vê rewşê jî, hin Dêrsimê di nava refên CHP'ê de cih digirin. Ev yek me gelekî diêşîne."

Tûglûk diyar kir, ku dewletê ti carî nexwestiye Kurd û Elewî werin cem hev û carna jî Elewî Kurd anîne pêşberî hev. 

Tûglûk destnîşan kir, ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna PKK'ê û gelê Kurd di heman demê de têkoşîna Elewiyan e û anî ziman, ku divê ew di çarçoveya vê têkoşîna azadiyê de, pêşeroja azad bi hev re biafirînin. 

Li dû Tûglûk, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn û nûnerên komeleyên Elewî yek bi yek axivîn.

Merasîma bîranînê heta derengiya şevê dewam kir.