Li binarê Qendîl PÇDK’ê ji gel re civînek li dar xist
Li binarê Qendîl PÇDK’ê ji gel re civînek li dar xist
Li binarê Qendîl PÇDK’ê ji gel re civînek li dar xist
Rêvebir û namzetên lîsta 113'an ya PÇDK'ê li binarê Qendîl gundê Enzê bi gelê herêmê re hatin cem hev û civînekî bi girseyî li darxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK Necîbe Omer ve hate kirin. Necîbe Omer di axaftina xwe de diyar kir ku, di dema hilbijartinan de li hemû navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi taybet herêmên dibin kontirola Partiya Demokrat a Kurdistan PDK’ê dene, aligir û endamên me tevî hemû tehdît û şantajên wan çûne ser sandoqan. Ji bona wê me wekî pêwîstî dît em li deverên Bitwên, Pişder, Soran û Çoman bi gel re civîn li dar bixin.
Necîbe Omer li ser encamên hilbijartinan yên PÇDK wiha got: “ Di hilbijartinan de hileyên mezin hatine kirin. Lê belê pêwîste em vê yekê baş bizanîn ku cara yekeme partiya me bejdarî li hilbijartinan dibe. Ji bo wê pêwîste em encamên ku divê hilbijartinê de derketine ji xwere bikin tecrûbe û di hilbijartinên bên de hîn zêdetir û baştir em dest bidin destê hevdû ji bo ku em bikarin bi serbikevin û em nekevin jêr desthilatiya tu partiyek dinde.”
Her wiha Necîbe Omer di berdewama axaftina xwe de got: “ Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan PÇDK yekem partiye ku baweriya xwe bi hêza gel tîne û bi hêza gel çareser dibe ye. Ji bo wê ez carekî din dibêjim bi serneketina PÇDK di hilbijartinan de me lewaz nake, dijberê wê me bi hêz dike.”
Di dawîde jî Necîbe Omer sipasiya gel û ciwanan kir û wiha got: “Em spasiya hemû gelê xwe dikin bi taybetîjî hemû ciwanên xwe dikin ku di vê hilbijartinêde bi ruhek welatparêzî xwedî li partiya xwe derketin û xwe ne firotin pare û sextekariyan. Hêvîdarim ciwanên me bibin mînak ji bo hemû ciwanên Kurdistanê, ji ber ku îro pêwîstiya Kurdistanê bi kesên wekî we heye.”
Piştî wê jî bi sirayêve her yek ji namzetên lîsta 113 ya PÇDK Şêx Mihemed Bestê, Trîfe Îbrahîm û Barzan Mihemed ji bejdarvanên civînêre axaftin kirin û sipasi û kêyfxweşiya xwe ji bo piştgiriya gel anîn ziman.
Civîn bi wergirtina nêrîn, rexne û rexnedanê bidawî bû.