Li Bexdayê pîrozbahiya 27'ê Mijdarê

Li Bexdayê pîrozbahiya 27'ê Mijdarê

34’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li paytexta Iraq Bexdayê ji aliyê komek xwendekar û ciwan ve hate pîrozkirin.

Şahî û pîrozbahiyên bi boneya salvegera 34emîn a damezrandina PKKê li her aliyên cîhanê berdewam dikin.

Komek xwendekar û ciwanan li Bexdayê bi vê boneyê pîrozbahiyek li dar xistin. Çalakiya ciwanan ya ku 28ê mijdarê pêk hat, bi nirxandina siyasî û dîroka PKKê dest pê kir.

Piştî axaftinan, bi dehan ciwanên beşdarî şahiyê bibûn stranên şoreşgerî û neteweyî gotin û şahî bi qasî du demjimêran berdewam kir.