Li Bexdayê bi sed hezaran kes herikîn meydana Tehrîrê
Li ser banga Muqteda El Sadr, bi sed hezaran kes li meydana Tehrîrê ya Bexdayê li hev civiyan.
Li ser banga Muqteda El Sadr, bi sed hezaran kes li meydana Tehrîrê ya Bexdayê li hev civiyan.
Ji Bexda û bajarên derdorê, bi sed hezaran kesî danê sibehê berê xwe dan meydana Tehrîrê. Çalakger, hikumeta Serokwezîr Ebadî ji ber nekirina reforman, şermezar dikin.
SADR: GEFA MIRINÊ LI MIN TÊ XWARIN
Muqteda El Sadr ji gel re axivî û diyar kir, ku ev axaftina wî di heman demê de wasiyeta wî ye. Sadr got, "Eger ez di vê rêyê de bimirim, fatîhayekê li ser min bixwînin."
Sadr got, "Tevî her tiştî jî divê têkoşîna şoreşê ya li dijî nelirêtiyê heta serketinê bidome."
Sadr di dewama axaftina xwe de ragihand, yên karên ne li rê dikin dixwazin serî li wan bidin tewandin û got, "Em tenê serê xwe li ber Xwedê ditewîne. Ew dixwazin nakokiya mezhebî bê dewamkirin û mezinkirin. Lê belê ez dibêjim; welat emanetekî mezin e, welêt biparêzin."
Muqteda El Sadr ji gel xwest, di dema hilbijartinê de dengê xwe nedin kesên nelirêtî kirine.
Sadr diyar kir, gefa mirinê li wî tê xwarin û got, ew vê axaftinê weke wasiyeta xwe dike.
lîgirên Muqteda El Sadr, ku her Înê li meydana Tehrîrê li hev dicivin, ragihandin ku heta reform ji aliyê hikumetê ve bê kirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakger tevî reforman her wiha ji hikumetê dixwazin komîsyona hilbijartinê jî belav bike.